
Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan piştî ku careke din hate hilbijartinê, niha jî dîplomasîyê li Rojhilata Navîn aktîv dike. Derheqa wê yekêda nava nivîsara Al Monitor e da hatîye dîyarkirinê.
Ew dibe kifşê ku dosyaya Sûrî di rojeva danûstandinên dualî de bû dema ku wezîrê Urdunêyî karên der Eymen Safadî diçe Enqerê, piştî rojekê hevdîtina li gel serokê Sûrîayê Beşar El Esed û wezîrê karên der Feysel Mekdad li Şamê pêk tê.
Hewldana Enqereyê ji bo normalîzekirina têkilîyên bi Damaskosêra bi navbeynkariya Moskvayê li gorî hewildanên Urdunê ye ku barê xwe yê penaberan biavêje, şerê qaçaxçîya narkotîkê ji Sûrîyayê bike û ewlehîya sînor baştir bike.
Herwiha di meha gulanê de jî, koma peywendîyên komkara dewletên erebî li Urdinê civiyan, ku rê li ber vegera Sûriyê bo komkara erebî vekir. Di danûstandinên bi Sûriyê re di hevdîtinên çaralî yên Rûsya û Îranê de, Tirkiyê tekezî li ser wê yekê kir ku hêsankirina vegerandina penaberan divê yekem be, di heman demê de Damaskosê bang li Enqerê kir ku leşkerên xwe ji Sûriyê vekişîne û piştgiriya komên “terorîst” rawestîne.
Medya dinivîse ku ji bo bicihkirina penaberan, Erdogan pêşnîyar kir ku bi piştevanîya darayî ya navneteweyî li hundirê Sûrîyayê, li herêmeke ewle li ser sînorê Tirkîyayê, wargehên nû ava bikin. Lê ji ber ku vê fikrê piştgirîyeke berfireh bi dest nexist, Tirkîya bi pereyên Qeter û Kuweytê li herêmên di bin kontrola artêşa tirk de xanîyên nû ava kir.
Çareserkirina peywendîyên bi Sûrîyê re dikare bi fînansekirina welatên kendava Farsê beşdarî van hewldanan bibe. Lê belê, cezayên Amêrîka û Avropî hîna astenga sereke ya ji nû ve avakirina Sûrîya ye. Tirkîya û Urdun dikarin li ser alîkarîyên mirovî bi hev re hewl bidin ku pirsgirêka penaberan çareser bikin ku bandorê li Ewropayê jî dike.
Hewldanên Sûrîyayê ji bo pêşdebirina peywendîyên aborî bi welatên erebî re, di serî de Erebistana Saûdî, piştî vegera bo yekîtîya dewletên ereb zêde dibin. Heya niha piraniya van hewldanan negihîştiye projeyên şênber û rastî nerazîbûnên sivik yên Rojava hatine.
Li ser zarê têlêvîzyona Sûrîyayê ya opozîsyonê, Taştekîn dîyar kir ku Safadî ji rayedarên Tirkîya re gotîye, Urdun amade ye danûstandinên mîna pêvajoya Astanayê bi armanca çareserkirina krîza Sûrîyê qebûl bike. Herwiha, wî herwiha pêşniyar kir ku mekanîzmayên vekirina rêyên navdewletî yên Sûrîyayê, rêyên sereke yên M4 û M5 gotûbêj bikin. Urdun hewl dide rola navbeynkar di navbera Enqere û Şamê de bigire û li şûna Rûsyayê bigire.
Nivîskarê gotarê dide zanîn ku tê çaverêkirin ku Erdogan ji ber aloziya aborî ya navxweyî di rojên pêş de serdana Yxûtîya Mîrtîyên Ereba, Erebistana Saûdî û Qeterê bike. Enqere hêvî dike ku ji welatên kendavê heta 25 milyar dolar veberhênanê bikişîne, di nav de bi rêya taybetkirin û bi destxistina. Erdogan herwiha hêvî dike ku pereyên ereban ji bo avakirina xanîyan li Sûrîyayê bikşîne. Nîşaneke din ya geşbûna opozîsyona cîhana erebî di pêwendîyên derve yên Tirkiyê de jî ew e ku wezîrê karên der Hakan Fîdan di çarçoveya civîna roja borî ya li Bakûyê de bi hemtayên xwe yên Îraqî, Kuweytî û Cezayîrî re hevdîtin pêk anî.
Di heman demê de, asayîkirina peywendîyên Tirkîyê bi Misrê re, bi ragihandina ku her du welatan balyozên xwe destnîşan kirin ji bo vegerandina têkilîyên dîplomatîk yên bi tevahî piştî şikestinek deh salan li ser derxistina “Birayên Misilman” li Misrê, bi dawî bû.
Rayedarên Tirkîyê radigihînin ku ji bo hevdîtina Erdogan û serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî lihevkirinek çêbûye. Bi lihevhatina bi Sîsî re, ku wî jê re “pûtşîst” û “kujer” bi nav kir, Erdogan hêvî dike ku îzolasyona Tirkîyê di nakokîyên li ser mafên lêgerîna enerjiyê li rojhilatê deryaya Spî sivik bike.
Di her rewşê de, Qahîre hişyar dimîne, wekî ku ji destpêka nêzîkbûnê ve ye. Li gel tayînkirina balyozan, dîsa jî neçar e ku ronahiya kesk bide çend pêkhateyên hikûmeta Tirkiyê ku vegerin Misrê. “Bi vekirina rûpelên nû bi hikûmetên Ereban re, Erdogan bi gelemperî dirûşma “serketinê” dişopîne, lê kiryarên wî di esasê xwe de zivirîn in bi hêviya ku qulên aborî yên Tirkiyê bi pereyên Ereban vebike. “ Rûpelên nû yên li herêmên nakok yên wekî Sûrîye û Lîbyayê jî hewceyî guhertinan in”.







