AborîSereke

Sala 2022 a zêdaya êkonomîkîye li Ermenstanê bi 12,6 selefîva zêde bûye, ya ku li dinîyayê hejmara çaraye here  bilinde: Kêrobyan

Sala 2022 a zêdaya êkonomîkîye li Ermenîstanê bi 12,6 selefîva zêde bûye, ya ku li dinîyayê hejmara çaraye here bilinde.Derheqa wê yekêda li bajarê Rûsîyayêyî Yêkatêrînbûrgê, wextê pêşengeh û forûma senayê, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye. Bi gotina wî, îsal jî êkonomîka welêt bi têmpên wî cûreyî pêşda  diçe, çimkî nava pênc mehên  ewlinda îdî zêdaya bi 12,5 selefî heye.

“Ew werguhastin yên ku nava pênc salên derbazbûyîda bona pêşxistina bîznêsê hatine kirinê, îdî encamên xwe didin.Em werguhastinên çêkirinê mîyaser dikin”,- Kêrobyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button