H’emû nûçeSereke
Zêdetir cedandinên navneteweyî pêwîstin bona ku dorgirtina Qerebagêye ji alîyê Adirbêcanêda sazkirî bê hildanê: berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der
Piştî danîna posta neqanûnî, ya ku Adirbêcanê li korîdora Laçînê danîye, Adirbêcan bi hesabhilnedana biryara mehkema navneteweyî gelek cara çûyîn-hatina komîtêya xaçê Sor jî daye qedexekirinê.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê Twittere da nivîsîye.
“Zêdetir cedandin û kirinên navneteweyî, bona hildana dorgirtina Qerebagê û pêşîgirtina paqijkirinên êtnîkî, pêwîstin”,- Badalyanê nivîsîye.