H’emû nûçeSereke

Ermenîstan hêvîdare, wekî civaka navneteweyî wê cedandinên mezin bide xebatê bona ku di navbera Stêpanakêrtê û Bekûyêda mêxanîzma dîyalogê sazbe

Sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan daye dîyarkirinê, wekî wextê hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pirsên helnekirî hene, lê pêra jî daye bawarkirinê, wekî Yêrêvan nava pirsa rojeva aşîtîyêda dîsa li ser tabîya xweye.

Wextê hevpeyvîna tevî “Dengê Amêrîka” yê, Armên Grîgoryan gotîye, wekî Ermenîstan hewaskare ku mecala morkirina peymana aşîtîyê hebe, çimkî aşîtî û qewînbûn wê alî serbixwetîya Ermenîstanê bikin û wê dêmokrasîya welêt biparêzin.

Bi axaftina derheqa pirsgirêkada, Grîgoryan gotîye, wekî pirsgirêka here pêşin ewe, ku sînor li ser hîmê xerîta ştaba Sovyêtêye sereke, ya sala 1975 a bidine zelalkirinê. “Em amadene bi vê yekê pêşda herin. Qayîlîya dawî tune, lê emê wî alîda bixebitin, bona ku hema xût xerîta sala 1975 a bê xebitandinê û usa jî mêxanîzma navneteweyî sazbe, bona ku Stêpanakêrt û Bekû maf û ewlehkarîya ermenîyên li Qerebagê gotûbêj bikin.Em hêvîdarin, wekî civaka navneteweyî wê cedandinên diha mezn bide xebatê, ku em wî alîda pêşda bilivin”,- sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button