H’emû nûçeSereke

Li Stêpanakêrtê hêvîyên girêdayî aşîtîparêzên rûsra, kîjan hebûne niha xwe afû nakin: sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê

Li Stêpanakêrtê hêvîyên girêdayî aşîtîparêzên rûsra, kîjan hebûne niha xwe  afû nakin.Ji pirsgirêka yek jî  ewe, wekî korîdora Laçînê girtîye. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî “Dengê Amêrîka” yê, sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye.

Bi gotina wî, li gorî elametîya 9 ê mijdarê, têra nedihate dîtinê ku li korîdora Laçînê amadebûna Adirbêcanê hebûya, û pirsa aşîtîparêza ew bû, ku bi korîdora Laçînê çûyîn-hatina aza hebe.

“Ew çûyîn-hatin îro tune, ku aşîtîparêz bi temamî mîsîya xwe biqedînin û merivên li Qerebagê li ber krîzeya vî cûreyî nesekinin, çimkî krîze diha kûr dibe. Van dawîya korîdor bi temamî girtîye.Ev yek jîyana li Qerebagê dide girankirinê. Hêvîdarîya hîmlî ewe, ku aşîtîparêz nava dorana mandata xweda wê şuxulkarîyê mîyaserkin, ewlehkarîya ermenîyên li Qerebagê bidine çareserkirinê”,- sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê gotîye.

Wextê hevpeyvînê, xeberdan usa jî derheqa pêwandîyên Ermenîstanêye tevî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button