H’emû nûçeSereke
Pirsa nedayîna sîliha ya ji alîyê Rûsîyayêda û ya ku bi peymana tevî Ermenîstanê têra hatîye dîtinê, dîsa rojevêda maye: Grîgoryan

Pirsa nedayîna sîliha ya ji alîyê Rûsîyayêda û ya ku bi peymana tevî Ermenîstanê têra hatîye dîtinê, dîsa rojeva pêwandîyên ermenîya-rûsada maye, lê van dawîya nehatîye gotûbêjkirinê. Derheqa wê yekêda, wextê hevpeyvîn tevî “Dengê Amêrîka” yê, sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye.
“Hemû pirsgirêk gerekê vekirî û hêsa tevî hevkarên me bêne gotûbêjkirinê, bona ku helkirina bibînin, çimkî ew pirsgirêk bona Ermenîstanê yên stratêcîne. Em hêvîdarin, wekî ew pirsgirêk wê bêne helkirinê, çimkî ew bona Ermenîstanê gelekî girîngin”,- ewî gotîye.







