H’emû nûçeSereke
Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide xaçê Sor û bangî Adirbêcanê dike ku çûyîn-hatina meriva û eşîyaye bi korîdora Laçînê bidine çareserkirinê

Berdevka Yekîtîya Avropayêye pirsên karên der û ewlehkarîyê Nabîla Masalîyê, girêdayî qedexekirina çûyîn-hatina komîtêya xaçê Sor, ya berbi Arsaxêra elametî belav kirîye.
“Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide komîtêya xaçê Sor, ya ku li Qafqasîya Başûr organîzeya hûmanîtarîye here mezine.Ew alîkarîya hûmanîtrî dide û wan meriva diparêze, yên ku nava hewcetîyêdanin û li gorî prînsîpên nêytralîye dişuxule”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî xebata xaçê Sor hîmlî li ser piştgirîya binelîyên Qerebagêye ermenî hatîye merkezkirinê.
“Yekîtîya Avropayê piştgirîyê dide rola komîtêya xaçê Sor û careke mayîn banga xwe îzbat dike, ku Adirbêcan çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bide çareserkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







