H’emû nûçeSereke

Armên Grîgoryan encamên krîzeya hûmanîtarî, ya ku li Arsaxê rûyê girtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye, raberî Samanta Paûêrê kirîye

Seredana xebatêye li Ştatên Amêrîkayêy Yekbûyî sêkrêtarê ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan rastî seroka ajansa amêrîkî, ya pêşkfetina navneteweyî Samanta Paûêrê hatîye. Derheqa wê yekêda li ser rûpelê facebook a şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê hatîye nivîsarê.

“Armên Grîgoryan û Samanta Paûêrê fikir dora bernamên ajansêye li Ermenîstanê û pêrspêktîvên wê pevguhartine, nava hemtêksta kîjanêda mecalên pêşxistina hevkarîyê hatine gotûbêjkirinê.

Sêkrêtarê ewlehkarîyê usa jî derheqa krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê û encamên wêda raber kirîye, ya ku rûyê girtina korîdora Laçînêva pêşda hatîye”,- li ser rûpelê facebook ê hatîye nivîsarê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button