H’emû nûçeSereke

Eşaretîya Enqerê bona Moskvayê: bona çi Êrdogan derheqa wedê şuxulkarîya aşîtîparêzada bîr tîne?

Sala 2025 a aşîtîparêzên rûs gerekê ji herêmê dûrkevin. Derheqa wê yekêda, piştî civîna NATO ê ye li Vîlnyûsê, serokê Tirkîyayê wextê prêss-konfêransê gotîye.Êrdogan elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î bîr anîye û gotîye, wekî aşîtîparêzên rûs gerekê pênc sala li Qerebagê bimînin. Serokê Tirkîyayê bi hêvîdarî gotîye, wekî Moskvayê vê yekê bike. Gelo ev elametîya Êrdogan bona kêye û gelo bersiva çawa têra tê dîtinê?

Heger sala 2025 a ji alîyên ermenîya yan jî azêrîya alîk jî nexweze ku aşîtîparêzên rûs li Arsaxê bimînin, wî çaxî rûsê derkevin, lê Êrdogan nava pirsgirêka Qerebagêda alîyê nava dew û dozêda nîne û nava vê pirsêda mafê xebera wî tune. Derheqa wê yekêda Hrant Mîkayêlyanê sîyasîzan gotîye. Bi fikira wî roja îroyîn hê zûye bêjin, ku piştî du sala wê çi bibe, dema ku ew wede bê.

Nava wê dokûmêntêda usa jî derheqa mecala dirêjkirina zemanê mayîna aşîtîparêza heye.

Bi gotina Rûbên Safrastyanê akadêmîk, nenihêrî wê yekê wekî ji alîyê ermenîyada nerazîbûn hene ku aşîtîparêz borcdarîyên xwe tam mîyaser nakin, rûyê çida îdî hevt mehe ku korîdora Bêrzorê girtîye, feqet hazirîya aşîtîparêzên rûs, bi fikira wî faktora zeftkirinêye.Xêncî wê yekê armanca Moskvayê jî tune ku ji wir dûrkeve.

 Ji Moskvayê hê bersivên elametîyên Êrdogan tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button