H’emû nûçeSereke

Gunehkarkirinên ji alîyê Adirbêcanêda, yên derheqa êkolocîyayêda hatine amadekirinê û fikirmîşbûyîne: Paşînyan

Wa gotî aktîvîya Adirbêcanêye “êkolocî” dîsa berdewam dibe û niha jî ew welat dicêribîne Ermenîstanê nava êkolocîyêda gunehkarke.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye.

“Girêdayî vê yekêra Adirbêcan tiştên usa dibêje, yên ku tunene, kîjan li ber xwe derxistine û derheqa tiştên mayîndanin. Carina ew konvênsîya bîr tînin, kîjan derheqa wê yekêda nînin”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîr usa jî derheqa sîyaseta ûnîvêrsîtêya Yêlêda raber kirîye û derheqa wê navnîşêda xeberdaye, kîjanêda welatên bi êkolocî paqij hatine raberkirinê.

“Li gorî wê navnîşê, destanînên welata, yên nava êkolocîyêda hatine hesabhildanê. Nava navnîşa sala 2022 a da, Ermenîstan cîhê 56 a ye, lê Adirbêcan cîhê 104 a ye”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button