H’emû nûçeSereke

Şêwira wezîrên karên der ya Yekîtîya Avropayê dorgirtina korîdora Laçînê û krîzeya hûmanîtarîye li Arsaxê gotûbêj kirîye

Fêdêrasîyona organîzeyên ermenî, ya li Nîdêrlanda ragîhandîye, wekî  wezîrê karên der Vopkê Hûkstra nava nama ser navê parlamêntê derheqa civîna şêwira wezîrada, ya Yekîtîya Avropayê tiştê bi hûrgilî raber kirîye, kîjanêda dorgirtina korîdora Laçînê û krîzeya hûmanîtarîye li Arsaxê hatîye gotûbêjkirinê.

“Armênprêss” ê ragîhandîe, wekî li ser hîmê elametîya fêdêrasîyona organîzeyên ermenîye li Holandîyayê, wekîlê Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl elamî wezîra kirîye, wekî Adirbêcanê bi temamî korîdora Laçînê daye girtinê û ew yek krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê dide kûrkirinê.

Bi gotina wezîrê karên der, ewî ji navê Nîdêrlanda bona wê yekê xemgînî daye dîyarkirinê û bangî Yekîtîya Avropayê kirîye ku hevraxeberdana tevî Adirbêcanê berdewamkin, bona ku biryara mehkema navneteweyî bê mîyaserkirinê.

Jozêp Borêl daye dîyarkirinê, wekî bangî Adirbêcanê kirine ku dorgirtinê bidine hildanê. Serokê Şêwira Avropayê têra dibîne vê mehêda tevî serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê hevraxeberdana pêk bîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button