H’emû nûçeSereke

Bi seda organîzeyên civakî, yên avropî dewê ji serokatîyên xwe dikin ku dijî Adirbêcanê sanksîya bidine xebatê

470 organîzeyên Avropayêye civakî û teşkîlet name ser navê Yekîtîya Avropayê û serokatîya Şêwira Avropayê şandine, berbirî wan bûne ku gav bêne avîtinê bona ku dorgirtina Arsaxêye neqanûnî bê hildanê.

“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî ew name ser navê serokên Şêwira Avropayê, komîsîya Avropayê û parlamênta Avropayê hatîye nivîsarê û bi wê yekê usa jî berbirî serokatîyên welatên endamên Şêwira Avropayê bûne.

Xudanên namê nivîsîne, wekî qewilên sosîyalî gelekî giran bûne, li kîderê 120 000 ermenî dijîn, yên ku ji alîyê Adirbêcanêda ji hevt meha zêtire ku hatine dorgirtinê.

Dew hatîye kirinê ku sanksîyayên êkonomîkî û sîyasî dijî Adirbêcanê bidine xebatê bona wê yekê ku xirabkarîyên leşkerî hatine mîyaserkirinê, borcdarîyên navneteweyî nehatine qedandinê, beşeke  Komara Ermenîstanê hatîye dagirkirinê û Arsax jî hatîye dorgirtinê. Ew hatîye kirinê ku hemû gava bidine xebatê ku Adirbêcan leşkerên xwe ji axa Ermenîstana serbixwe derxe û terka tabîya xweye agrêsîv, ya hindava Komara  Ermenîstanê bide hildanê.

Ev name berî hevdîtina li Bryûsêlê, ya 15 ê tîrmehê, ya serokwezîrê Ermentîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv hatîye nivîsarê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button