H’emû nûçeSereke

Civîna  parlamênta Avropayê, ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê payîzê wê meha mijdarê li Yêrêvanê pêk bê

Wextê civîna hersale, ya Organzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê, ya ku li Vankûvêrê pêk dihat, hatîye birîyarkirinê, wekî civîna payîzê wê meha mijdarê li Yêrêvanê pêk bê. Derheqa wê yekêda, wextê hevdîtina tevî rojnamevana, serokê dêlêgasîya Ermenîstanêye nava organîzeyêda Sargîs Xandanyan gotîye.

Bi gotina wî, eva cara ewline ku civîna organîzeyê wê li Ermenîstanê pêk bê.

“57 welat dikevine nava organîzeyê.Nava dîroka Ermenîstanêda eva cara ewline, dema ku parlamêntvanê Ermenîstanê wê qulixêda cîhê xwe digre, ya ku dikeve nava organeke usa, kîjan tê  hilbijartinê”,-Xandanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button