Eskerê parastinê li ser sîstêmên GPS ê, yên teyarên sîvîle ku ser Arsaxêra derbaz dibin, tehsîr nake: wezîreta Arsaxêye parastinê

Ew elametîya wezîreta Adirbêcanêye parastinê, ya derheqa wê yekêda ku giva pareskerên Arasaxêye anegor li ser sîstêmên GPS ê yên teyarên sîvîle ku ser Arsaxêra derbaz dibin, tehsîr dikin û ew yek hukumî ser ewlehkarîya firîna dike, derewa eşkereye.
Wezîreta Adirbêcanêye parastinê elam kirîye, wekî giva van axirîya bûyareke wî cûreyî 13 ê tîrmehê qewimîye, wextê kîjanê rûyê tehsîra radîoyêda teyarên Zangêlan- Fîzûlî û Fîzûlî-Bekû wededa nefirîne. Firînên wan teyara ser Arsaxêra derbaz nabin û nikarin bikevine bin tehsîra radîoyê, ya esekrê Arsaxêye parastinê.
Hêjaye bê gotinê, wekî wextê opêrasîyonên sala 2020 î û piştî wê yekê jî alîyê azêrîya sîstêmên Arsaxêye sîvîl dike hedef û korîdora Laçînê daye girtinê, gaz û ênêrgîya êlêktrîkî daye teribandinê, pêra jî li ser tevgirêdanên bi têlefonê, yên mobayîl tehsîr dike.







