H’emû nûçeSereke

Rîya tek-tenê ku dikarin  ji trajêdîyayê dûr bimînin, naskirina serbestîya Komara Arsaxêye: Artûr Tovmasyan

Serokê Komara Arsaxê Artûr  Tovmasyan bi berbirîbûna fermî berbirî serokên parlamêntên dost bûye. Derheqa wê yekêda ji parlamênta Arsaxê ragîhandine.

Tovmasyan ji navê parlamênta Arsaxê hîvî kirîye ku serbestîya Arsaxê naskin.

Ewî gotîye, wekî piştî şerê 44 roje û piştî îmzekirina elametîya sêalî jî qezîyayên li ber binelîyên Arsaxê sekinî kêm nebûne, lê hê zêde bûne. Artûr Tovmasyan derheqa qezîyayên li ber Arsaxê sekinî, halê pêşdahatî xeberdaye û gotîye, wekî Arsax bi temamî dorgirtîye û vî cûreyî  jî ew berbirî civaka navneteweyî bûye.

Serokê parlamênta Arsaxê li ser wê fikirêye, wekî bona ku ji trajêdîyayê dûr bimînin, pêwîste ku serbestîya Komara Arsaxê bê naskirinê, ya li ser hîmê prînsîpa “Naskirin boy xilzbûnê”.Ewî hevkarên xwe daye bawarkirinê, wekî bona naskirinê hemû hîmên pêwîst hene û yên here girîng raberî wan kirîye.

Tovmasyan bi hêvîdarî gotîye, wekî naskirina Komara Arsaxê, ya ji alîyê welatên endamên Organîzeya Netewên Yekbûyî wê bibe garanta ewlehkarîya binelîyên ermenî, wê qewilên normal bona wê yekê sazke, ku binelîyên li wir welatê xweyî dîrokîda bijîn, pêra jî li Herêma Qafqasîya Başûr wê aşîtîya wededirêj û qewîn çareserbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button