
Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî, serokwezîrê Îraqê Mehmed Şîya As Sûdanî û wezîrê Îraqêyî karên der Fûad Husêyn li cîhê hêsabûnêyî eyan “Bekhal” ê qesdîne, ya ku li nehîya Sorane.
Hatîye ragîhandinê, wekî çûyîna Sûdanîye li Kurdistanê bi meremê tûrîstî bûye.
Girêdayî wê yekêra, wekî dereca hewê li Îraqê bilind bûye, gelek tûrîst ji provînsîyayên Îraqêye cuda-cuda çûne Kurdistanê. Ew meriv dicedînin hêsabûna xwe li cîhên Kurdistanêye tûrîstî, yên nava çîyada derbazkin.







