H’emû nûçeSereke
Hukumat û “Gêopromaynîng” dixebitin ku li Ermenîstanê deranîna sifirê paqij mîyasekin: Kêrobyan

Kombînata Zangêzûrê, ya sifir ne tenê li qeza Syûnîkê û Ermenîstanê, lê li temamîya dinîyayê roleke girîng dilîze.Kompanîya deranînên xwe dişîne Çînistanê jî û bona Çînistanê ew ya sêemîne. Derheqa wê yekêda, wextê merasîma pêşkêşî 70 salîya wê fabrîkayê, wezîrê êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye.
Bi gotina wî, ew hemû tişt şedetîyê didin, wekî ev kompanîya bi masştaba dinîyayê girînge.
Kêrobyan daye dîyarkirinê, wekî nava pênc salên dawîda hukumat cedandina dide xebatê, ku învêstor bên vir û encamên wan cedandina îdî hene.







