H’emû nûçeSereke

Mehkema Avropayêye mafên mêriv careke mayîn birîyara derheqa wê yekêda îzbat kirîye, bi kîjanê gerekê alîkarîya doxtirîyêye bona merivên hewcê wê yekê bi korîdora Laçînê bê çareserkirinê

Mehkema Avropayêye mafên mêriv careke mayîn birîyara derheqa wê yekêda îzbat kirîye, bi kîjanê gerekê alîkarîya doxtirîyêye bona merivên hewcê wê yekê bi korîdora Laçînê bê çareserkirinê. Derheqa wê yekêda ji ofîsa wekîlê pirsên navneteweyî, yên hiqûqî ragîhandine.

“12 ê tîrmehê mehkema Avropayêye mafên mêriv,bi lêkolînkirina dewekarîya hukumata Ermenîstanê, ya derheqa hevdîtina gavên dijî Adirbêcanê bona ku korîdora Laçînê bidine vekirinê, birîyar kirîye ku birîyara xweye 21 ê kanûna sala 2022 a careke mayîn îzbatke û Adirbêcanê bide borcdarkirinê, ku hemû mecalên pêwîst bidine xebatê, bona ku bi korîdora Laçînê alîkarîya doxtirîyê bidine wan meriva, yên ku nexweşên giranin û çûyîn-hatina merivên nava hewcetîyêda bidine çareserkirinê.

Li gorî vê qirarê mehkema Avropayêye mafên mêriv îzbat kirîye, wekî mîyaserkirina birîyara 21 ê kanûna sala 2022 a pêwîstîye û ew gerekê ji alîyê Adirbêcanêda ese bê mîyaserkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button