H’emû nûçeSereke
Yêrêvan bangî civaka navneteweyî dike ku dîna xwe bidine mehkema navneteweyî û ya Avropayêye mafên mêriv: berdevka wezîreta karên der

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê rûpelê Twittere da nivîsara xwe hiştîye û daye dîyarkirinê, wekî piştî wê yekê dema ku mehkema edaletê, ya navneteweyî birîyara xwe careke mayîn îzbat kir, mehkema mafên mêriv qirar kir wekî birîyara 21 ê kanûna sala 2022 a dîsa wî cûreyî dimîne û Adirbêcan gerekê hemû mecalên heyî bide xebatê, ku çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bê çareserkirinê.
“Sîstêmên navneteweyîye mayîn jî gerekê dîna xwe bidine vê xetê”,-Badalyanê nivîsîye.







