Mecalên Yekîtîya Avropayê, yên li ser ser Adirbêcanê hene: pêşezanê rûs derheqa armancên Rojavayêye li Qafqasîyayê xeberdaye

Li gorî encamên hevdîtina dawî, ya serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, min pêşkeftina mezin nedîtîye. Girêdayî vekirina korîdora Laçînêra tu tişt nayê kirinê. Adirbêcanê pêşnîyar kirîye ku Agdamêva alîkarîya hûmanîtarî bişîne, lê dorgirtina korîdora Laçînê teribandina elametîya 9 ê mijdarêye. Derheqa wê yekêda sîyasîzanê rûs Mîxayîl Alêksandrov wextê qisa tevî News.am gotîye.
Ewî daye zelalkirinê, wekî çend nehyî paşda dane Adirbêcanê û Agdam jî nava wandaye. Ermenîya ev qewil mîyaser kirîye, lê Adirbêcan çareserkirina tranzîta bi korîdora Laçînê mîyaser nake.
Bi gotina wî, ev yek dide kifşê, wekî Bekûyê him ermenî û him jî Rûsîya xapandine.
“Rûsîya dide kifşê ku ew nehatîye xapandinê, lê hemû alî Rûsîyayê dixapînin, him Ûkraînayê, him Rojavayê û usa jî Tirkîyayê, lê niha jî Adirbêcan. Rûsîya bi rastî naxweze xapîyayî bê kifşê, lê çawa dîyare Bekûyê ew xapand”,- Alêksandrov gotîye.
“Tabîya Yekîtîya Avropayê gerekê berkbe.Yekîtîya Avropayê dikaribû li ser Adirbêcanê tehsîr bikira, sanksîyayên êkonomîkî pêşda bikişanda û hema berê ewlin yên dijî serokê Adirbêcanê Elîyêv û malbeta wî.Ev yek wê derbeke mezinbe. Bi wê yekêva tevayî kirîn-frotana tevî Adirbêcanê wê nesekine.Bekû wê mecbûrbe kirîn-frotanê berdewam bike, çimkî ew wê kirîn-frotanêva diha girêdayîye, lê ne ku Yekîtîtya Avropayê”,-Alêksandrov gotîye.
Sîyasîzan şirove kirîye, wekî Yekîtîya Avropayê û Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî lîstika gêopolîtîkî dilîzin û ew bona wê yekêye ku Rûsîyayê dijî Ermenîstanê û Adirbêcanê derxin, û bi wê yekêva tevayî ew naxwezin dew û doz bi qewilên heq bê helkirinê.
“Bona wan tiştê herî sereke ewe, ku halekî usa sazkin, ku Rûsîya dijî Ermenîstanê û Adirbêcanêbûya, çimkî heger Rûsîya tenê dijî Adirbêcanêbe, wî çaxî ewê hazirîya xweye li Ermenîstanê xweyke û bernamên Rojavayêye li Qafqasîyayê wê neyêne mîyaserkirinê. Heger Rûsîya tenê dijî Ermenîstanêbe, wê demê jî plana Rojavayê wê mîyaser nebe”,- Alêksandrov gotîye.
Li ser hîmê wê yekê pêşezan fikira xwe elam kirîye û gotîye, wekî Rojavayê dijî Adirbêcanê sanksîya nede xebatê.







