Adirbêcan xirabkarîya navneteweyî dike û hemîya dide femkirinê, wekî ew mecalên çêkirina aminayê nade xebatê: Marûkyan

Adirbêcan herroj dide kifşê, wekî ew nikare wan tişta bide çareserkirinê, kîjan ji alîyê civaka navneteweyîda tên pêşdakişandinê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, fikira wî cûreyî baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon Marûkyan rûpelê xweyî Twittere da raber kirîye, dema ku ewî derheqa sîyaseta Bekûyêye hindava Qerebaxêda xeberdaye.
Bi dîyarkirina wê yekê, wekî Adirbêcan dixweze ermenîyên Qerebaxê bide întêgrasîyakirinê û ew welatîyên wanin, Marûkyan nivîsîye, wekî civaka navneteweyî dew ji Adirbêcanê kirîye ku mecalên qewînkirina aminayê bidine xebatê û hevraxeberdana tevî wekîlên Qerebaxê destpêkin, bi xebitandina mêxanîzmên navneteweyî.
“Çawa bersiva wê yekê, dewsa întêgrasîya ermenîyên mesîhî, Adirbêcan wana dikuje û dîvêrsîyayên cûre-cûre teşkîl dike, dêrên mesîhîya û heykelên wan tune dike. Ew yek dide kifşê, wekî bernama întêgrasîyakirina ermenîyên mesîhî tune. Nêzîkî hevt mehaye ku gaz û ênêrgîya êlêktrîkî hatîye sekinandinê, binelîyên Qerebaxê nava dorgirtinêda xweyî dikin û îdî bûyarên usa qewimîne, wekî rûyê birçîbûnêda zarok wefat bûne”,-Marûkyan Twittere da nivîsîye.







