
Piştî navbirîya wedelû firînên navneteweyî, yên berbi Hewlêrê û Silêmanîyê, careke mayîn hatine dasekinandinê. Ew firîn bi emirê desthilatdarîya îraqî hatibûne sekinandinê.
Êvara duşemê bi çend seheta hatibûne sekinandinê, çimkî wezîreta Îraqêye parastinê û serokatîya avîyasîyon qirar kiribûn ku firîna bidine sekinandinê, çimkî teyarek, yan jî dironeke neeyan nava hewa Îraqêda bûye.Derheqa wê yekêda serokatîya firgeha Hewlêrê gotîye û rûyê wê yekêda 11 firîn wedelû hatine sekinandinê.
Hemû firîn careke mayîn hatine dasekinandinê.
Van salên dawî têrîtorîya Îraqêye hewê û usa jî ya Kurdistanê gelek cara tê teribandinê, nava kîjanadanin usa jî teyarên tirkaye leşkerî û dironên wan.







