
Serokwezîrê Îraqê Mehmed Şîya As Sûdanî berbirî komîsîya welête hilbijartina bûye û daye dîyarkirinê ku roja hilbijartinên parlamêntîyêye li Kurdistanê bidine kifşkirinê.
Serokwezîrê Îraqê 17 ê tîrmehê dêlêgasîya komîsîya hilbijartina bona lênihêrandina amadebûna hilbijartinên li provînsîya gotûbêj bikin, yên ku wê 18 ê kanûnê pêk bên.
“Wextê hevdîtinê usa jî derheqa girîngîya kifşkirina roja derbazkirina hilbijartinên parlamênta Kurdistana Îraqê hatîye dîyarkirinê”,- nava elametîya çapemenîya serokwezîrda hatîye gotinê.
Hilbijartinên pralamênta Kurdistanê hatine paşdaêxistinê û ew gerekê mijdara sala îsalin pêk bihatana.Qirara mehkema Îraqêye Fêdêral îzbat kirîye wekî dirêjkirina mandata parlamêntê ya konstîtûsîyon nîne û ew yek gîhandîye belavkirina parlamêntê û komîsîya herêmye hilbijartina.
Bo wê yekê jî serokê Herêma Kurdistanê nava namêda bangî komîsîya Îraqêye hilbijartina kirîye ku roja derbazkirina hilbijartina bidine kifşê. Niha Herêma Kurdistanê hîvîyêye, wekî komîsîya Îraqêye hilbijartina wê rojê bide kifşkirinê û bona dengdayînê amadekirin gerekê bêne pêkanînê.







