H’emû nûçeSereke

Ji alîyê Adirbêcanêda girtina korîdora Laçînê halê hûmanîtarî, yê cimeta Qerebagê zêdetir dide xirabkirinê: wekîla ŞAY, ya li Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê

Ştatên Yekbûyî hevdîtinên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, yên li Bryûsêlê û usa jî yên li Waşîngtonê silav dike. Derheqa wê yekêda wextê civîna şêwira Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê, wekîla Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Kêtrîn Brûkêrê gotîye.

Dîplomata amêrîkî daye dîyarkirinê, wekî ew bawarin ku dikarin bighîjine qayîlnivîsara aşîtîyê, normalkirina pêwandîya, kifşkirina sînora, vekirina rîya.

“Ştatên Yekbûyî qebûl dike, wekî halê li wir serte û  ji alîyê Adirbêcanêda girtina korîdora Laçînê, nava wanda pêşîgirtina barê hûmanîtarî, qezîyayê bona cimeta Qerbagê pêşda tîne, halê hûmanîtarî zêdetir xirab dike.Em careke  mayîn bang dikin ku alî ji provokasîya û kirinên dijminatîyê dûr bimînin”,- Brûkêrê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button