Pêşerojêda gerekê hîmê xebatên bona kifşkirina sînora bidine konkrêtkirinê: Paşînyan

Pêşerojêda gerekê hîmê xebatên bona kifşkirina sînora bidine konkrêtkirinê.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye.
Serokwezîr gotîye, wekî wextê hevdîtina sêalîye li Bryûsêlê, pirseke gotûbêjkirî jî ew bûye, ku naskirina yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê û Adirbêcanê bidine îzbatkirinê.
“Dêlîmîtarîzasîya sînora gerekê li ser hîmê dêklarasîya sala 1991 ê, ya li Alma Atayê bê mîyaserkirinê. Pêşerojêda em gerekê hîmê xebatên kifşkirina sînora bidine konkrêtkirinê”,- serokwezîr gotîye.
Vekirina rêyên herêmî, çawa ku nava elametîya serokê Şêwira Avropayêda hatîye dîyarkirinê, gerekê li ser prînsîpa serbixwetîyê û wekehevtîyê bê mîyaserkirinê.
“Çi ku derheqa pirsên hûmanîtarîdane, Adirbêcan sozdayînên xweye bi vê têmayê, yên ku dane hevkarên navneteweyî, dîsa înkar dike.Feqet em jî gerekê xebatê berdewamkin, ya bona paşdaanîna dîla û merivên ku yazîyên wan eyan nînin”,-Paşînyan gotîye.
Paşînyan serda zêde kirîye, wekî piştî hevdîtina li Bryûsêlê, ew nikare encamên konkrêt raberke û gotîye wekî vir wada pêvajoya hevraxeberdana gerekê bi întênsîvî berdewambe.







