Bawarî nade kifşê, wekî garantîya encamê bidin: Paşînyan derheqa hevraxeberdanên bo aşîtîyê
Bawarî nade kifşê, ku em garantîyayê didin ku emê bighîjine encamekî. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstîanê Nîkol Paşînyan gotîye ajansa Franss-prêssê, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku gelo ew bawar dike ku tevî Adirbêcanê wê aşîtîya qewîn hebe?
“Heger min bawar nekira, ezê beşdarî pêvajoya hevraxeberdana nebûma.Feqet ew yek tenê minva girêdayî nîne, lê usa jî tabîya serokê Adirbêcanêva.Ez îdî navêjim, ku em nava faktorêda hevraxeberdana pêk tînin. Ew hemû tişt li ser pêvajoyê tehsîr dike”,- Nîkol Paşînyan gotîye.
Bi gotina wî, tabîya Adirbêcanêye agrêsîv hiznekirina ermenîya, usa jî sîyaseta heyfhildanê, ya hindava ermenîyên Qerebagê tehsîra xwe ser hevraxeberdana dihêle.
Paşînyan bîr anîye wekî niha li Qerebagê krîzeya hûmanîtarîye.
“Em difikirin, wekî mêtoda helkirina pirsgirêka tenê bi rîya hevraxeberdanaye.Feqet heger bi wan hevraxeberdana pirsgirêk nayêne helkirinê, wî çaxî ew hevraxeberdan dikarin çawa undakirina wede bêne qebûlkirinê.Ev yek rîske û ew dikare li ser proseyê tehsîrke”,- Paşînyan gotîye.
Bi hesabhildana wekehevtîya qewata, heger Stêpanakêrtê û Bekûyê rû bi rû bihêlin, wî çaxî tirs heye, wekî Bekû dikare tenê ya xwe pêşda bibe. “Bo wê yekê jî em difikirin, ku ew dîyalog gerekê nava doranên normên navneteweyîda pêk bê. Beşdarbûna Ermenîstanê, ya nava vê proseyêda ji alîyê Adirbêcanêda çawa gava dijî yekîtîyay têrîtorîyayên wê tê qebûlkirinê. Hema nava vê hemtêkstêda jî axaftin yên çêkirinê nînin”,-Paşînyan gortîy.
Çi ku derheqa destpêbûna şerê nûdane, Paşînyan gotîye ku heger peymana aşîtîyê hê nehatîye îmzekirinê û ji alîyê parlamêntên herdu welatada hatîye îzbatkirinê, wî çaxî nêzîkî aqilaye ku şerê nû dikare hebe.