H’emû nûçeSereke

Ji 24 ê tîrmehêda li Yêrêvanê û  qezayên Ermenîstanêye mayîn rê wê bêne girtinê boy parastina Arsaxê

Ji 24 ê tîrmehêda li Yêrêvanê û  qezayên Ermenîstanêye mayîn  wê hinek rê bêne girtinê bo ku dengê xwe bo krîzeya hûmanîtarîye li Arsaxê bilindkin.

Derheqa wê yekêda beşdarên berevbûna şikyatkirinê, ya ku li Yêrêvanê pêk hatîye, gotine.

“Emê Arsaxa biçûk bînin ber çevê xwe û emê hinek rîya bigrin. Em nikarin bêjin ku kîjan rê wê bêne girtinê, lê nerihetî wê hebin. Mesele, hinek meriv ji xebata xwe derengî bikevin û ewê fem bikin wekî çiqas dijware ku meriv nikare aza here û bê. Ewê li ser xwe bibînin ku arsaxî nava çi halîdanin, dema ku dicêribînin bona zarokên xwe nan dest bînin”,-endamên koma koordînasîyon gotine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button