H’emû nûçeSereke

Li ser fona  cêribandina serhildana li Rûsîyayê lêkolînera wekilandina bûyarên sala 1915 a têra dîtine: Paşînyan

Li dinîyayê tu organîzeyek, ya heta-hetayê nîne û her welatek li gorî berjewandîyên xwe birîyarê qebûl dike. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye ajansa Frans-prêssê, dema ewî ku bersiva wê pirsê daye ku gelo ew wê prêspêktîvê dibîne, ku Ermenîstan ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv derkeve.

“Pirsgirêk cem me heye, ya derheqa qedandina borcdarîyên nava organîzeyêda û em tevî hevkarên xwe wan pirsa gotûbêj dikin. Bi rastî ew nîne, ku Ermenîstanê ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv der bikeve, yan organîzeyê ji Ermenîstanê der bikeve. Nenihêrî wê yekê gelek pêşezan raporta derheqa wê yekêda minra dişînin ku pêvajo didine kifşê, wekî  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ji Ermenîstanê derdikeve. Rûsîya ji herêmê derdikeve.Ev yek tê bêjî fantastîkaye, lê mixabin cimeta me ew yek dîtîye”,-Paşînyan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, wekî Rûsîyayê hêvîdarîyên Ermenîstanê piştî şerê sala 2020 î nedane razîkirinê, ew çawa pêwandîyên tevî Rûsîyayê pêşda dibe, Paşînyan gotîye wekî wê pirsê dikarin bidine welatên mayîn.

“Ew welat, yên ku mafên mêriv, qanûndarîya Organîzeya Netewên Yekbûyî, dêmokrasîyê çawa pirsên pêşin hesab dikin… lê niha em dixwezin bêjin ku ew hemû welat, yên ku  tevî me nava pêwandîyên dostîyêdanin, gelo tiştê here maksîmal dikin ku li Qerebagê krîzeya hûmanîtarî bê hildanê? Ez raste-rast bêjim usa nîne, çimkî yek gazê dikire, yê  mayîn neftê dikire, lê ji alîkî mayînva jî ez bêjim tu tiştî nakin û ew jî neraste”,- serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.

Paşînyan usa jî daye dîyarkirinê, wekî gelek lêkolîner li ser wê fikirêne, wekî bûyarên li Rûsîyayê, yên girêdayî serhildanêra dikarin usa bikin, ku Rûsîya ji herêmê der bikeve û wî çaxî jî ssnara sala 1915 a dikare biwekile. Sala 1915 a dewleta ermenîya tunebû, lê niha heye. Niha mecala serkarîkirina rîska jî heye, lê ew yek bona Ermenîstanê hêsa nîne, çimkî li herêmê tişt diqewimin: Tirkîya û Îran wê  neçin, lê lîstikçîyên gêoplîtîkî dikarin herin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button