Sibê dikare derengibe: Sêrj Sargsyan bi nama vekirî berbirî Baydên, Pûtîn û Makron bûye

Ew çi ku niha li Arsaxê diqewime berbi qezîya mezin dibe. Serokkomarê Ermenîstanêyî sêem Sêrj Sargsyan wî cûreyî serokên welatên hemsedirên koma Mînskêra nivîsîye û hîvî kirîye ku qezîya hûmanîtarîye li Arsaxê bidine sekinandinê.
Ez bawarim, ku hûn wê yekê dikarin bikin, Sêrj Sargsyan gotîye.
“Dorgirtina Arsaxê, ya ji hevt meha zêdetire, destpê kirîye mezina û zaroka ji vê dinîyayê bide hildanê, gunehkarîya kîjanaye tek-tenê ewe, ew ku ew li ser axa kal û bavên xwe ji dayîk bûne û li wir dijîn.Em ji wan welatên hukumdar û sîstêmên navneteweyî razîne, yên ku derheqa vê rastîyêda bi elametîyava pêşda tên. Ew elametî bona arsaxîya girîngin”,- Sêrj Sargsyan nivîsîye.
“Roja îroyîn heyîna fîzîkî, ya 120 000 arsaxîya bin qezîyayêdane. Gelek cara me tevî we derheqa bûyarên sala 1915 a, yên derheqa komkujîya Ermenî û encamên wêda xeberdaye. Ji wê demêda hetanî niha 108 sal derbaz bûne û em nêzîkî wekilandina wan bûyara bûne, yên bi mêtodên wedê niha”,- serokkomarê sêem nivîsîye.
“Ez ji we hîvî dikim, ku berî her tiştî krîzeya hûmanîtarî ya li Arsaxê bidine sekinandinê. Ez bawarim, wekî hûn dikarin wê yekê bikin.Dîktator mecbûr bikin, ku ew rêya jîyanê veke. Faşîstê ku kuştina ermenîya kirîye cûrê jîyanê, nikare her dem bangên sîstêmên navneteweyî û welata hesab hilnede. Vê qezîyanê bidine sekinandinê û qewilên jîyana arsaxîya bidine çareserkirinê, garantîyayê bidine wê yekê û paşê derbazî cedandinên bona dîtina helkirinên dîplomatî bibin. Ez hîvî ji we dikim, sibê dikare îdî derengbe”,-Sargsyan nama vekirîda nivîsîye.







