H’emû nûçeSereke
Ararat Mîrzoyan îro wê rastî wezîrên Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der bê
Îro li Moskvayê wê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Rûsîyayê û Adirbêcanêye karên der pêk bê. Derheqa wê yekêda wezîreta Rûsîyayêye karên der ragîhandîye. Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî xêncî hevraxeberdanên sêalî, usa jî hevraxeberdanên wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên der, usa jî yê wezîrê Rûsîyayêye karên der û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov pêk bên.
Hatîye dîyarkirinê, wekî wextê wan hevdîtina, rêyên aktîvkirina pevketinên sêalî, yên li gorî qayîlnivîsara 9 ê mijdara sala 2020 î wê bêne gotûbêjkirinê.