H’emû nûçeSereke

Serokê Îranê Ararat Mîrzoyan qebûl kirîye:hatîye dîyarkirinê, wekî gerekê korîdora Laçînê  lez bê vekirinê

Serokê Îranê Êbrahîm Rayîsî, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.

Hatîye dîyarkirinê, wekî di navbera herdu welatên dostda dîyaloga sîyasîye li ser dereca bilind saz bûye. Wextê hevdîtinê pirsên derheqa hevkarîya dualîda hatine gotûbêjkirinê.

Hema wê rojê jî merkeza guhdarîya Ararat Mîrzoyan û Êbrahîm Rayîsîda pirsên ewlehkarîya herêmê bûne.

Bi axaftina derheqa korîdora Laçînêda, ya ku bi neqanûnî ji alîyê Adirbêcanêda hatîye girtinê, Ararat Mîrzoyan gotîye, wekî dorgirtina korîdora Laçînê gerekê bê hildanê û serda zêde kirîye wekî paqijkirinên êtnîkîye hindava binelîyên Qerebagê gerekê bêne pêşîgirtinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button