Nava halê pêşdahatîda bona me ew yek girînge, ku nava çêkirina pêşeroja herêmêda cîh û rola Ermenîstanê wê çi cûreyîybe: Paşînyan

Halê gêopolîtîkî, yê li dinîyayê dîsa sert dimîne. Gelo qeyde-qanûnê dinîyayêyî nû wê çi cûreîybe, tu kes nizane.
Bi xeberên wî cûreyî, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan prêss-konfêrans destpê kirîye.
“Rûyê bûyarên li Ûkraînayê tehsîra gêopolîtîkîye li herêma me kêm bûne û bona me rêzolyûsîyayên tradîsîyon, yên rojhilat-rojavaye mînanî berê kar nakin. Bona me cîh û rola Ermenîstanê, ya nava pêşeroja herêmêda girînge”,-Paşînyan gotîye.
Bi fikira wî, pirseke girîng jî ewe, wekî cînarên Ermenîstanê bi hevra nava pêwandîyên konfrontasîyonda nînin û ew yek nava encamê balansa berjewandîyada dîyare. Vî alîda îmzekirina peymana aşîtîyê, ya tevî Adirbêcanê û normalkirina pêwandîyên tevî Tirkîyayê pêwîstîye, bi wê femdarîyê, wekî pêwandîyên tevî Îranê û Gurcistanê pêşda diçin.
“Krîzeya hûmanîtarîye li Qerebagê foneke êmosîyonal saz kirîye. Nenihêrî wê yekê wekî nava vî qewilîda xebat hêsa nabe, ji alîyê stratêcîda girînge ku derheqa rojeva aşîtîyêda bidine kifşê û hukumata me li ser yekê sekinîye”,- serokwezîr gotîye.







