H’emû nûçeSereke

Pirsên ewlehkarîya herêmî û halê li Qerebagê merkeza guhdarîya wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên derda bûne

Li Moskvayê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov hatîye.Hatîye ragîhandinê, wekî  pirsên ewlehkarîya herêmî û halê li Qerebagê merkeza guhdarîya wezîrên Ermenîstanê û Rûsîyayêye karên derda bûne.

Ararat Mîrzoyan gotîye, wekî rûyê girtina korîdora Laçînêda li Qerebagê hal sehet bi sehet xirab dibe û pêwîste ku li gorî elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î korîdora Laçînê bê vekirinê.Wextê hevdîtinê xeberdan usa jî derheqa pêvajoya normalkirina heleqetîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda çûye.

Wextê hevdîtinê pirsên rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Rûsîyayê jî hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button