H’emû nûçeSereke
Meha hezîranêda cîhên xebatê zêde bûne û ew hejmar gihîştîye rêkorda dîrokî
Meha hezîranêda li Ermenîstanê cîhên xebatê gihîştine 719 224 a. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenstanê Nîkol Paşînyan wextê press-konfêransê gotîye.
“Ermenîstan dîsa li ser aktîvîya êkonomîkîye bilind bûye, cîhên xebatêye nû saz dibin. Meha hezîranêda li Ermenîstanê cîhên xebatê gihîştine 719 224 a. Ji gulana sala 2018 a da hetanî roja îroyîn 171 000 cîhên xebatêye nû saz bûne”,- serokwezîr gotîye.