H’emû nûçeSereke
Nava pêvajoya derketina ji “navnîşa reş”, ya Yekîtîya Avropayêye avîyasîyon em ketine êtapa aktîv: wezîr gotîye wekî nîvê pirsgirêka hatine helkirinê

Nava pêvajoya derketina ji “navnîşa reş”, ya Yekîtîya Avropayêye avîyasîyon, em ketine êtapa aktîv û nîvê pirsgirêka hatine helkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Ginêl Sanosyan wextên gotûbêjkirinên li komîsîya parlamêntêye êkonomîkî gotîye. Sala tê, têra tê dîtinê mîlyardek 600 mîlyon diramî bidine goveka avîyasîyon.
“Nava vê govekêda em ketine êtapa aktîv bona ku ji “navnîşa reş”, derkevin.Me nîvê pirsa hel kirine ku em helkirina yên mayînêva mijûl dibin, bona kîjana pere hatine cudakirinê”,- Sanosyan gotîye.







