
Ji 6 a hetanî 17 ê îlonê li Moskvayê fêstîvala kurdî, ya sînêmayê wê pêk bê. Îsal guhdarîya mexsûs wê bê danînê ser kurdên Îranê.Zemanekî dirêj kurd li bakûr-rojavayê û bakûr-rojhilatê Îranê mane. Dîrok û erf-edetên wan wê nava fîlmên fêstîvalêda bêne raberkirinê. Dawîyê wê fîlma rêjîsîyorê kurdî ji Îranê Behrûz Gobadî, ya bi sernavê “Pênc kîlo gûz” bê raberkirinê.