H’emû nûçeSereke

Elametîya çapemenîya Adirbêcanê jî çawa mesela klasîk, ya hiznekirinê: berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der

Berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê derheqa elametîke çapemenîya Adirbêcanêda, ya dijî ermenîya, daye dîyarkirinê.

“Dîsa elametîke çapemenîya Adirbêcanê belavkirî heye, ya ku bi temamî bi propaganda dijî ermenîya tijîye.Piştgirîya eşkere, ya hindava hiznekirinê û li rex kîjanê gavên başqe tên avîtinê, tehsîra xwe li herêmê û ji herêmê der dihêle”,- Badalyanê Twittere da nivîsîye.

Em bêjin, wekî çapemenîya Adirbêcanê miqalek belav kiribû, sernivîsara kîjanê vî cûreyî bû: “Hîtlêr zêdetir merivhiz bû, ne ku her serokekî ermenî nava dîrokêda”.

Organîzeya amêrîkî, ya dijî antîsêmîtîzmê nivîsîye wekî Hîtlêr şeş mîlyon cihû û pênc mîlyon miletên başqe kuştine. Organîzeyê serda zêde kirîye, wekî xebera “hûmanîtar”  nikarin tevî navê Hîtlêr bidine xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button