H’emû nûçeSereke
Ez dîsa bangên xweye berê diwekilînim ku çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bê dasekinandinê: sêkrêtara Şêwira Avropayê, ya sereke

Çûymîn-hatina bi korîdora Laçînê gerekê bê dasekinandinê. Derheqa wê yekêda sêkrêtara sereke, ya Şêwira Avropayê Marîya Bûrîçê gotîye. Ew halê li Qerbaxê û mafên mêrivra gelekî xemgîne û fikirên wê tevî wan merivane, yên ku nava wî halîdanin.
“Ez careke mayîn bangên xweye berê diwekilînim, ku gerekê çûyîn-hatina bi korîdora Laçînê bê sekinandinê”,- nava elametîya sêkrêtara Şêwira Avropayêda hatîye gotinê.
Ewê usa jî bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê kirîye ku bi hevra bikevine nava dîyaloga rast.







