“Fitch” nirxa serwêrî ya weşana deynên demdirêj yên Ermenîstanê ji “B+” bo “BB-” bi pêrspêktîveke “îstîqirar” guhert

Sazîya dengdan “Fitch” ji bo danasîna erkên demdirêj yên bi diravên byanî û diravê neteweyî de nirxa serwêrîya Komara Ermenîstanê baştir kirîye û bi pêrspêktîva “îstîqirar” ji “B+” guhertîye “BB-“, li ser rûpêla facebookê ya wezîreta Komara Ermenîstanêye fînansa hatîye gotinê.
“Pêşvebirina nirxa Ermenîstanê ji ber çarçoveyeke zexm ya sîyaseta makroaborî û darayî û pabendbûna pêbawer ya rêformane.
Li Ermenîstanê piştî serhildanên van salên dawîn vejandinek pir girîng û mezinbûneke mezin tomar kir û tê pêşbînîkirin ku ev dînamîka erênî di salên pêş de jî berdewam bike. Bi taybetî, di sala 2022 da piştî mezinbûna aborî ya 12,6 selef tomarkirî, ajans texmîn dike ku di sala 2023 da aborîya Ermenîstanê bi 7,2 selef mezinbûnekê tomar bike, û potênsîyala mezinbûna aborî di navberêda zêde bibe.
Başkirina dereceya serwerî ya Ermenîstanê jî bi vê yekê bû alîkar ku tevî bi qîmetkirina dramê Ermenîstanê, dînamîka hinardekirina mal û xizmetan da erênî bimîne. “Fîtç” hêvî dike ku di sala 2021 da li gorî asta sala 2025 an hatina serê mirovî wê dubare bibe.
Sala 2021ê da deynê hukumetê gelekî kêm bûye. Ji 60,2 selefî di sala 2022 da 47,6 selef pêk tîne, ku ev jî ji ber mezinbûna aborî ya bilind, nirxkirina dram û yekbûna darayî ya ku ji hêla hukumeta Ermenîstanêva ve hatî bicîh kirin bû. Ajans hêvî dike ku di salên 2023-2025 de deyn li asteke nizm ya derdora 47,6 selefî de stabîl bibe.
Wekî din, ji ber pozîsyona derveyî ya bi îstîqirar, di sala 2022-an de deynê derveyî sala 2021 da daket 24,6 selefî. Beramberî 44,5 selef tê pêşbînîkirin ku di sala 2025 de dê bigihîje ji sedî 16,1 selefî”,- nava nivîsarêda hatîye gotinê.







