H’emû nûçeSereke
Bona gihîştina qayîlnivîsara aşîtîyê, Bekû û Yêrêvan gerekê berbi berdaxustinên giran herin: berdevkê wezîreta ŞAY, ya karên der

Waşîngton dîsa li ser wê tabîyêye, ku hevraxeberdanên dora qayîlnivîsara aşîtîyê, ya di navbera ermenîya û azêrîyada berdewambin û baware ku dikarin bighîjine qayîlnivîsara aşîtîyê. Derheqa wê yekêda berdevkê wezîreta Ştatên Yekbûyîye karên der Mêtyû Mîllêr gotîye rojnamevana, dema ku ewî bersiva pirsa derheqa pêvajoya hevraxeberdanên di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda daye.
“Me her dem gotîye, wekî bona gihîştina qayîlnivîsara aşîtîyê, herdu alî jî gerekê berbi berduxastinên giran herin. Eve menî, wekî sêkrêtarê dewletê gotûbêjkirinên tevî rêberên Ermenîstanê û Adirbêcanê berdewam dike, bona ku piştgirîyê bide wan ku ew berbi berdaxustinên giran herin, bona ku bighîjine qayîlîyê”,- Mêtyû Mîllêr gotîye.







