H’emû nûçeSereke

Em amadene tevî wekîlên Adirbêcanê pêşnîyarên hevdîtina nêzîkî aqila gotûbêj bikin: wezîreta Qerebaxêye karên der

Wezîreta Qerebaxêye karên der bi qebûlkirina girîngîya dîyaloga Stêpanakêrtê û Bekûyê hesab dike ku niha şirovekirina bona hevdîtinên ku derbaz nebûne, nede. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Qerebaxêye karên der elam kirine.

“Meyê bixwesta bida dîyarkirinê, wekî desthilatdarîya  Qerebaxê her dem amadeye pêşnîyarên nêzîkî aqila tevî wekîlên Qerebaxê û Adirbêcanê gotûbêj bike. Alîyê Qerebaxê jî sirîya xweda bi înîsîyatîva organîzeykirina hevdîtinên bi beşdarîya navçîgara pêşda tê”,- ji wezîreta Qerebaxêye karên der elam kirine.

“Heger alîyê Adirbêcanê hazirîyê bide kifşê, wê demê bona destpêka dîyalogê rê vedibe. Nava vê hemtêkstêda em careke mayîn didine dîyarkirinê, wekî dîyaloga di navbera Qerebagê û Adirbêcanê gerekê bi mandata bi navneteweyî qayîlkirî pêk bê”,- ji wezîreta Qerebaxêye karên der elam kirine û serda zêde kirine, wekî nêzîkbûna wî cûreyî wê îzinê bide civaka navneteweyî ku ew bi aktîvî beşdarî vê pêvajoyê bibe, lêgîtîmî û qewînbûna wê bide qewînkirinê û garantîyayên pevketina bide çareserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button