H’emû nûçeSereke

Em mecalên sazkirina korîdora nû, ya cîguhastinên baraye ji Hindistanê nava Ermenîstanêra berbi Avropayê lêkolîn dikin

Li gorî melûmetîyên şeş mehên ewlin, hejmara kompanîyayên li Ermenîstanê nû vekirî dighîje 5400 î, hîmdarên kîjanaye pirê welatîyên Ermenîstanêne, paşê yê Rûsîyayê û Îranêne. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye rojnamevana.

“Ez dibînim,wekî hevkarî gelekî normal pêşda diçe.Tiştên cûre-cûre tên çêkirinê”,-ewî gotîye.

Çawa bersiva wê  fikirê, wekî tevî Hindistanê dikarin kirîn-frotana mezin mîyaserkin, lê pirsgirêka rîya heye, Kêrobyan gotîye, wekî ew yek raste ku pirsgirêka wî cûreyî heye: “Rêyên tevî Hindistanê hê nehatine zelalkirinê.Ez wê yekêra qayîlim, ku potênsîyala kirîn-frotana tevî Hindistanê mezine.Bi pêşnîyara serokwezîr koma xebatê hatîye sazkirinê, ya ku gerekê mecalên cîguhastina baraye ji Hindistanê hetanî Avropayê lêkolîn bike.Cêribandinên wî cûreyî berê jî hebûne.Ez serokê wê komême û armanca me ewe, ku em usa bikin, ku bar ji Hindistanê bên Ermenîîstanê û nava Ermenîstanêra jî herine Avropayê. Ez bawarim, wekî hetanî dawîya salê pêşnîyara zelal wê hebe”,- Kêrobyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî rê wê nava Îranêra derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button