H’emû nûçeSereke

Êrîşên azêrîyaye ser Ermenîstanê nehatine hesabhildanê: fonda “Tatoyan” raporta nû raber kirîye

Fonda “Tatoyan” raporta nû, ya derheqa êrîşên Adirbêcanêye ser axa Ermenîstana serbixwe û amadebûna azêrîyaye li rex gundên Ermenîstanê belav kirîye.

“Êrîşên azêrîyaye ser Ermenîstanê nehatine hesabhildanê. Derheqa wanda him li ser dikên navneteweyî û usa yên hundur hatine bîrkirinê.Ev yek tiştê îzinnedayînêye”,- derheqa wê yekêda  nava rûpelê fondêye  facebookda hatîye gotinê.

Nava raportêda derheqa qezayên Gêxarkûnîkê, Syûnîkê û Vayos Zorêda hatîye dîyarkirinê.

“Xêncî wê yekê ku leşkerên azêrîya ketine axa Ermenîstana serbixwe, azêrîya îzin nedane binelîyên li rex sînor ku ew erdên xwe bêcerkin û heywanên xwe li wir biçêrînin, rûyê kîjanêda binelîyên li wir nikarin ebûra xwe bikin. Malên wan meriva bin hedefa azêrîyadanin.

Maf û qedirê wan meriva bi temamî hatine pêpeskirinê. Binelîyên li wir nikarin herine dêra, yan jî li cîhên mexberên malbetên xwe biqesidin.

Bingeha van kirinên xirabkar sîyaseta dijî ermenîya û berdewama dijminatîyêye.Ev sîyaset him li Ermenîstanê /Syûnîkê, Gêxarkûnîkê, Vayos Zorê/ û him jî li Qerebaxêye”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button