Şêwira dêrên hemcîhanê bangî Adirbêcanê dike ku dorgirtina korîdora Laçînê bidine hildanê

Şêwira dêrên hemcîhanê bangî Adirbêcanê dike ku dorgirtina korîdora Laçînê bidine hildanê, çimkî ji 120 000 î zêdetir meriv, nava wanda 30 000 zarok, rûyê krîzeya hûmanîtarîda dizêrin.Derheqa wê yekêda nava elametîya şêwira dêrên hemcîhanîda hatîye gotinê.
“Krîzeya hûmanîtarîye li Qerebaga dorgirtî dighîje dereca trajîk û şêwira dêrên hemcîhanê wê yekê îzbat dike ku pêwîste civaka navneteweyî gavên anegor biavêje”,- sêkrêtarê organîzeyêyî sereke Cêrî Pîllêy gotîye.
“Korîdora Laçînê, ya ku rîya tek-tenêye ku Qerebaxê Ermenîstanêva dide girêdanê, ji hevt meha zêdetire girtîye, rûyê çida krîzeya hûmanîtarî pêşda hatîye û jîyana 120 000 merivî kirîye bin qezîyayê.
Li cem meriva xurek, derman, ênêrgîya êlêktrîkî û gaz tunene.Şêwira dêrên hemcîhanî bangî civaka navneteweyî dike, ku lez gavên anegor biavêjin, bona ku vê dorpêçkirinê bidine hildanê û emirê qerebaxîya xilazkin, paşê jî gavên dîplomatî bona îzbatkirina aşîtîya heq biavêjin”,-Pîllêy gotîye.
Şêwirê bangî Adirbêcanê û hêzên mayîn kirîye ku dorgirtina Qerebaxê bidine hildanê û korîdora Laçînê bidine vekirinê, bona ku bi herdu alîyava jî çûyîn-hatina aza bê çareserkirinê.







