Wezîreta Ermenîstanêye karên der derheqa wê yekêda daye dîyarkirinê, ku Bekû ji hevdîtina wekîlên Adirbêcanê û Stêpanakêrtêye li Bratîslavayê xwe baş girtîye

Li Bratîslavayê hevdîtina wekîlên Adirbêcanê û Stêpanakêrtê hatibû têradîtinê û ew bêyî tu menîya ji alîyê Bekûyêda hatîye înkarkirinê. Çawa bersiva pirsa Radar Armenia yê, ya derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der daye dîyarkirinê:
“Me gelek cara daye dîyarkirinê, wekî bona îzbatbûna aşîtîyê û çareserkirina maf û ewlehkarîya cimeta Qerebagê dîyaloga Bekû-Stêpanakêrt pêwîste. Komara Ermenîstanê li ser hemû dikên navneteweyî wê pirsê bilind dike û dibêje wekî bona wê dîyalogê mêxanîzma navneteweyî pêwîste û piştgirîyê dide wan cedandina.
Mixabin, Bekêûya fermî ne tenê ji wê dîyalogê paşda disekine, lê bi cûrê eşkere jî sîyaseta paqijkirinên êtnîkî berdewam dike. Rûyê girtina korîdora Laçînêda cimeta Qerebagê dîsa dorpêçkirîye, ji xurek, dermana, pêtrolê, ênêrgîya êlêktrîkî miqûf maye. Heger mecala cîguhastina nexweşa jî hebe, Adirbêcan li ber xaçê Sor û aşîtîparêzên rûs binelîyê Qerebagêyî nexweş direvîne”,- nava elametîya wezîreta karên derda hatîye gotinê.
Em bêjin, wekî serokê şêwira dijî krîzeyê, ya li rex serokê Arsaxê Tîgran Pêtrosyan elam kiribû, wekî Adirbêcanê hevdîtin, înkar kirîye.







