SerekeSîyasî

Adirbêcan bi qestî êşên derûnî gîhandine endamên malbatên leşkerên ermenî: fonda “Tatoyan”

Adirbêcanê bi qestî êş û azarên derûnî li dayîk, xwîşk û endamên  malbatên wan yên leşkerên ermenî  kirîye. Fonda “Tatoan” di derbarê de raporteke nû  belav kirîye.

 “ Sala 2020 î ji alîyê Adirbêcanêda  dijî Ermenîstanê û  Qerebaxê şerê  44-roje hat destpêkirin û sala 2022 di şerên 13-14 ê îlonê de, hêzên çekdarên Adirbêcanê gelek tawanên cengê kirin, ji wan îşkencekirina girtîyên şer û sîvîlan, kuştinên bê daraz. Di bingeha wan de berdewamîya sîyaseta faşîst ya kîn û dijminatîya ermenîyan ya hukumeta wî welatî ye.

Adirbêcan bi dozên sûnî û bi kiryarên dadwerî yên çêkirî heta roja îro girtîyên ermenî û sivîlan venagerîne. Bi vî awayî hukumeta Adirbêcanê hem li Qerebaxê û hem jî li Ermenîstanê bi zanebûn êşên derûnî dide malbatên ermenî.

Ev raport behsa wan kiryarên tawanên Adirbêcanê dike û nirxandineke qanûnî dike. Mînak, leşkerên Adirbêcanê xebatên lêgerînê asteng kirin, hatin veşartin û li cenazeyên leşkeran nehatin vegerandin.

Li ser “Facebook” ê, “Twitter” ê, “TikTok” ê û torên din yên civakî, hesabên bikarhêner yên Adirbêcanê ku temaşevanên ermenî dikin hedef, wêneyên leşkerên endamên malbatên wan yên ku hatine kuştin û îşkencekirin, belav kirin û raste-rast ji malbatan ra şandin.

Lêkolîn îzbat dikin ku sûcên navborî ji hêla rayedarên Adirbêcanê ve têne teşwîqkirin. Armanca wan ew e ku êşên giran yên derûnî bidin malbatan û di nav civaka ermenî de rageşîyê bidomînin.

Di amadekirina vê raporê de jî bi malbatên leşkeran re hevdîtin hatin kirin û belgeyên pêwîst hatin lêkolînkirin.

Em spasîyên xwe pêşkêşî malbatên leşkeran dikin ku di amadekirina raporê de piştgirî dane wan.

Ev rapor ji alîyê navenda hiqûqî û edaletê ya “Tatoyan” ve hatîye amadekirin, ku parêzerên Amêrîkî Garo Gazaryan û Garnîk Kêrkonêan jî tê de beşdar bûne”-, li ser rûpela facebookê ya  fondêda hatîye nivîsandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button