H’emû nûçeSereke

Li Kapanê merkeza mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê hatîye vekirinê, ya ku wê halê li ser sînorê Syûnîkê kontrol bike

Li Kapanê merkeza mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê hatîye vekirinê. Wextê vekirina merkezê serokê qeza Syûnîkê Robêrt Gûkasayan, serokê mîsîya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstnê Markûs Rîtêr û cîgirê serok Yan Plêşîndêr amade bûne.

Serokê mîsîya Yekîtîya Avropayê daye dîyarkirinê, wekî li gorî plana Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê gerekê şeş merkezên wî cûreyî bihatana sazkirinê û roja îroyîn ew bi gavekê nêzîk bûne.

Bi gotina serokê mîsîyayê, ew dixwezin piştî Kapanê merkezê li Îcêvanê û Yêxêgnazorê vekin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button