H’emû nûçeSereke
Bona çi aşîtîparêzên rûs birina alîkarîya hûmanîtarî ya bo Qerebaxê nadine çareserkirinê, heger Adirbêcan dibêje ku korîdora Laçînê vekirîye?: Paşînyan

Piştî elametîya wextê hevpeyvîna tevî Euronews e, ya serokê Adirbêcanê bi kîjanê ewî gotibû wekî korîdora Laçînê girtî nîne, pêwîste ku zelalkirina koma aşîtîparêzên rûse li Qerebagê guhdarkin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna hukumatê gotîye.
“Gelo bona çi aşîtîparêzn rûs ketina alîkarîya hûmanîtarîye li Qerebaxê, ya ku hukumata Ermenîstanê şandîye, çareser nake, heger Adirbêcan dibêje ku korîdora Laçînê nedaye girtinê? Bi fikira min, zelalkirina vê pirsê girînge û organên meye anegor gerekê dora vê pirsê bixebitin ku zelalkirina bistînin”,- ewî gotîye.







