H’emû nûçeSereke

Hukumê navneteweyî, yê li ser Adirbêcanê zêde dibe: wekîlê wezîreta karên der

Wezîreta karên der bi rêjîma herroje beşdarî pirsgirêkê dibe û me pirs danîye pêşîya xwe, ku bi rîya wî cûreyî wextê seredanên wekîlên civaka navneteweyî hal cîda bidine kifşê, bona ku ew jî li paytext û organîzeyên xwe derheqa girtina korîdora Laçînêda bêjin û bidine kifşê, wekî korîdor bi temamî girtîye.Derheqa wê yekêda serokê îdara hevkarîya pêşkeftinê û sîyaseta piralî, ya wezîreta Ermenîstanêye karên der Davît Kinyazyan gotîye rojnamevana.

“Ew yek tiştekî girînge ku em bidine kifşê ku elametîyên Adirbêcanê yên nerastin, dema ku ew dibêje wekî korîdor vekirîye”,- Kinyazyan gotîye û daye dîyarkirinê, wekî xebatkarên ofîsa Organîzeya Netewên Yekbûyî çûne Kornîzorê bona ku bi çevê xwe bibînin ku korîdor girtîye.

Hêvîdarîyên mezin hene wekî hukumê civaka navneteweyî, yê li ser Adirbêcanê wê mecalê bide ku korîdor bê vekirinê û barên hûmanîtarî wê herine Qerebaxê, piştî kîjana jî barên mayîn wê herin.Wî alîda nîşanên baş hene, çimkî îdî gelek elametî ji alîyê Yekîtîya Avropayê, Şêwira Avropayê, Organîzeya Netewên Yekbûyîda hatine belavkirinê û ev pirs bi berfireyî bi çapemenîya navneteweyî tê belavkirinê,- Kinyazyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button