SerekeSîyasî

Serokatîya Kurdistanê: bona milahîmkirina halê êzdîya pêwîste ku qayîlnivîsara Şengalê bê mîyaserkirinê

Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî bang kirîye ku qayîlnivîsara Şengalê bê mîyaserkirinê, bona ku zêrandina ola êzdîya bê pêşîgirtinê.

“Piştî neh sala, piştî bûyarên li Şengalê, mixabin ew birîn hê qenc nebûne.Zêrandin, cîguhastinên êzdîya hetanî niha berdewam dibin”,- Mesûd Barzanî wextê merasîma salvegera komkujîya êzdîyaye sala 2014 a gotîye.

Qayîlnivîsara di navbera hukumata Kurdistanê û hukumata Îraqêye Fêdêralda, ya derheqa Şengalêda biryara here başe ku halê li Şengalê bê milahîmkirinê û mihacir paşda vegerine cîh û warên xwe”,- Mesûd Barzanî gotîye.

Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk bangî civaka navneteweyî kirîye ku ew dîna xwe bidine mesela Almanîyayê û Brîtanîya  Mezin, yên ku ew komkujî û usa jî bombebarandina kîmyayîye li Helebcê û “Enfal” nas kirine.

Mesûd Barzanî mêrxasîya pêşmerga bilind qîmet kirîye, yên ku nehîya Şengalê azat kirine û qedirê bîranîna şihîda girtîye.

Bi elametîya wî cûreyîva jî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşda hatîye û qedirê bîranîna wan canrgorîyên êzdî girtîye, yên ku neh sal pêşda ji alîyê DAÎŞ ê da bi hovane hatine qetilkirinê.

Mesûd Barzanî daye dîyarkirinê, wekî desthilatdarîya li Sincarê gerekê paşda vegerînine binelîyên wire qedîm.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button